Li Edeneyê 13 endamên ciwanan ên Meclisa HDP’ê hatin binçavkirin

Li Edeneyê polîsên dewleta Tirk 13 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê bi lêdanê binçav kirin. 

Bi fermana serdozgeriya komarê ya Edeneyê, serê vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt.

Polîsan di serdegirtina malan de, 13 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê binçav kirin.

Di nav kesên binçavkirî de, endamê Meclisa Ciwanên HDP’ê yê giştî Ferhat Kalkan jî heye.

Polîsan her 13 ciwan bi lêdanê binçav kirin û ew birin Midûrîyeta Polîsan a Edeneyê.

Back to top button