Rêxistina Efûya Navneteweyî: Divê dewleta Tirk qanûna înfazê ji bo girtiyên siyasî jî pêk bianiya

Rêxistina Efûya Navneteweyî diyar kir ku gelek welat di nav de Tirkiye, rewşa gitiyan paşguh dikin û ji ber Coronayê mercên tirsnak dijîn. 

Rêxistina Efûyê derbarê rewşa girtigehan de daxuyanî da û anî ziman ku dewletên weke Misir, Hindistan, Îran û Tirkiyê di mijara girtîgehan de li gorî qanûnên xwe tev nagerin.

Rêxistina Efûyê polîtîkayê dewleta Tirk rexne kir ku çima girtiyên siyasî li dervê qanûna înfazê hiştine û got:

“Li Tirkiyê di nav de Nivîskar Ahmet Altan, siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş û Gulltan Kışanak, karsaz Osman Kavala tenê ji bo ku mafên mirovan parastine, hatine girtin.

Weke wan bi dehhezaran jî di girtîgehên Tirkiyê de ne.

Qanûna Înfazê ya ji bo coronayê hate derxistin, divê ji bo girtiyên siyasî jî derbasdar ba.”

Rêxistinê da zanîn ku li Tirkiyê girtî di nava şertên qirêj de tên girtin û ev yek metirisiya coronayê zêdetir dike.

Back to top button