LI EFRÎNÊ 2 TEQÎN BÊHTIRÎ 7 ÇETEYAN HATIN KUŞTIN

Li gundê Meryemînê û li navenda bajara Efrînê 2 teqîn pêk hatin.

Di encama her du teqînan de bêhtirî 7 çeteyan mirin û hejmarek jî birîndar bû.

Li gundê Meryemîn ê navçeya Şera li nêzî navenda “Polîsên Azad” û koma Lîwa Feylaq El -Rehman teqînek pêk hat.

Di encamê de zêdetirî 4 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bû.

Her wiha li navenda bajarê Efrînê li nêzî salona Jîn a nêzî çerxerêya Kawayê Hêsinkar jî, teqînek pêk hat.

Di encama teqînê de 3 çeteyên ji Xûtaya Rojhilat ku li wir hatibûn bicihkirin mirin û hejmarek birîndar bû.

Leave a Reply

Back to top button