Ji bo armanckirina serokêlan, hikumeta Şamê rêxistina kontra ava kiriye

Li pey kuştinên plankirî yên li Dêra Zorê ku van hefteyên dawî li dijî serokeşîr û rûspiyan tê kirin, şopên cidî yên hikumeta Sûriyê hene. Kesekî ku ji aliyê QSD’ê ve hatiye giritin, li xwe mikur tê û dibêje ku hikumet rêxistineke kontra ava kiriye û armanca wê kuştina rûspî û şêxên Ereban e. 

Di van demên dawî de, hewldanên derxistina fiteneyê û tevliheviyê ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk li herêma Dêra Zorê zêde bûye..

Ev hewldan jî bi rêya kuştina serokeşîrê Igêdat pêk hat, nexasim gelek aliyan xwestin sûd ji kuştina wî bigirin û aloziyê derxînin…

QSD’ê û hêzên Asayîşê jî li dijî van kesan pêngavek li Dêra Zorê dest pê kir, herî dawî 29’ê Tîrmehê kesekî bi navê Ebdilrezzaq Newaf El Qatay li Şedadê girtin.

Hêzên Asayîşê ragihand ku, kesê navborî dema belavok belav dikir, hatiye girtin.

Di belavokê de, kuştina rûspî, serokeşîr, hevserokên meclisan û endamên dîwana edelatê hatine plankirin.

El-Qatay li xwe mikur hat ku hikumeta Şamê rêxistineke kontra bi navê ‘Berxwedana Ereban a Çekdar’ ava kiriye.

El-Qatay derbarê kuştina rûspiyên Dêra Zorê anî ziman ku şaneya wan armancên hikumeta Şamê li herêmê pêk tîne..

19’ê Tîrmehê, ez bi birayê xwe re çûm Hesekê.

Li wir, di gulistaneke rejîmê de ez û Ebû Mihemed bi istxbarta hikumetê re axivîn.

Ji bo em serkêş, rûspî û hevserokên meclisên bi ser QSD’ê ve tasfiye bikin, me hinek nîqaş kirin.

Hate gotin ev kar wê bi rengekî veşartî pêk were.

Ez bi belavkirina belavokên tevliheviyê hatim erkdarkirin.

29’ê Tîrmeha belavok gihaştin ber destê min.

Min jî, bi rengê ku me nîqaş kirî, ew belav kirin.

Min belavok bi rengekî veşartî li serekeşîr, rûspiyên herêmê û hevserokên meclîsên herêmî yên girêdayî QSD’ê belav kirin.

Bêyî em wan bibînin, me belavok di bin derî re avêtin.

Di demên dawî de me dît ku li Dêra Zorê çi bû.

Diviyabû heman xebat li van deran jî bihata meşandin, lê hîn me tu kes li wir nas dikir.

Lê şanêyên Dêra Zorê û Hesekê ji hev cuda bûn, ji ber vê me hev nas nedikir.

Me jî tenê belavok belav kir, li vir hê nû rêxistina xwe dikir, ez hatim girtin.

Jixwe di belavokê de ev tişt hatibû gotin:

“Em ê meclisên eşîreyan ên xayîn, meclisên edelatê, partî, peywirên îstîxbaratê, hevserokên meclisa herêmî bikin armanc û wan bikujin.

Back to top button