Parêzer Turgut: Divê CPT rêbazekî bi bandor pêş bixe

Parêzera Rêber Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Turgut, diyar ku rapora CPT ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de girîng e, lê ev rapor fikarên wan bi dawî nake û got:

“Divê tenê CPT pirsgirêkan venekole. Divê ji bo çareseriyê rol û rêbazek bi bandor pêş bixe.”

Komîteya Pêşîlêgirtina êşkenceyê (CPT), di 5’ê Tebaxê de rapora encama serdana xwe ya 2019’an a li Girava Îmraliyê bi raya giştî re parve kir.

Buroya Hiqêqê ya Sedsalê Jî duh têkildarî parvekirina rapora CPT’î daxuyanî da.

Buroya ku parêzeriya Rêber Ocalan ku 21 salin li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê girtî ye dike, diyar kir ku rapor girîng e, lê kêm e.

Parêzera Rêber Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Turgut, têkildarî rapora CPT ya der barê Girtîgeha Îmraliyê de ji Ajansa Mezopotamya re axivî.

Parêzer Raziye Turgut, xwest CPT bêtir xwedî pozisyon û rolek çalak û bi bamdor be û wiha got:

“Xuya dike ku CPT bêyî hikûmeta Tirkiyê nikare raporek serbixwe amade bike û pêşkêş bike. Ji ber vê yekê li benda bersîva hikûmeta Tirkiyê ye. Ji xwe erkê sereke yê CPT ewe ku dema êşkence hebe divê aşkere bike û rê li pêş wê bigire. Ji ber vê yeke rapora wan fikarên me çareser nakin. Divê tenê CPT pirsgirêkan teşhîs neke. Divê ji bo çareseriyê rol û rêbazek bi bandor pêş bixe.”

Parêzer turgut: ev rewşa ku muwekîlê me di navde ye nayê qebûlkirin

Parêzer Raziye Turgut, da zanîn ku mafên li girtîgeha Îmraliyê têne binpêkirin û ev tişt anî ziman:

“CPT şertên înfaza giran qebûl nake. Mixabin CPT ji bo vê rewşê tenê tespît dike. Têkildarî vê rewşê serî li rê û rêbazên çareseriyê nade. Divê CPT li gorî rêziknameya xwe tev bigere. Di peymanên navneteweyî de diyar dike ku divê îşkence tune be. Ji ber vê yekê divê CPT mekanîzma û rêbazên bêtir bi bandor têxe meriyetê.”

Parêzera Rêber Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Turgut balkişand li ser astengkirina mafê telefonê yê rêber Ocalan û bang kir ku divê hevdîtina malbat û parêzeran bi rêk û pêk bê kirin.

Back to top button