Kampa Til Semin..Hêvîn Ismaîl: Divê rêxistinên mirovî piştgiriya wan bikin

Piştî ku dewleta Tirk Girê Spî dagirkir, hejmara kocberan di kampa Til Semin de zêdebûye û ji ber bê derfetiyan pêşwazîkirina wan hatiye sekinandin.

Di vê derbarê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl bang li rêxistinên mirovî kir ku piştgiriya wan bikin.

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê Girê Spî û gundewarên dagirkirin, nêzî 100 hezar kes ji warên xwe kocber bûn.

ji bo pêşwaziya kocberan Meclisa Girê Spî di 22`ê Mijdara sala 2019’an de kampa Til Semin a li gundewarên bakurê Reqayê ava kir.

Kamp li ser du beşan hatiye avakirin, di her beşekî de 500 kon dihewîne, ji wan 30 kon wekî dibistan hatin veqetandin.

Meclisa Kantona Girê Spî hewl dide ku kampê ferehtir bike da ku karibe 500 malbatên din jî pêşwazî bike.

Lê ji ber kêm derfetan û ne destekdayînên rêxistinên mirovî, pêşwazîkirina koçberan ji beriya mehekê ve hatiye sekinandin.

Di vê derbarê de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl diyar kir ku hejmara koçberên ku berê xwe didin kampê ji derfetên wan zêdetir e û got:

“Em dixwazin kampê fireh bikin lê derfetên me têrê nakin.”

Hêvîn bang li rêxistinên mirovî jî kir ku piştgiriya wan bikin da ku karibin hejmareke zêdetir a koçberan pêşwazî bikin.

Li gorî daneyên Meclisa Kantona Girê Spî, 3 hezar û 531 kes di kampa Til Semin de dimînin.

Back to top button