Li Efrînê Dewleta Tirk li cihê navendên Êzdiyan dibistanên olî yên tundraw ava dikin

Dewleta Tirk ji bo perwerdekirina zarokan li ser fikrên tundrew li Efrînê li cihê navendek Êzdiya qaşo dibistanek olî ava dike.

Kiryarên dewleta Tirk çeteyên wê yên hovane li Efrîna dagirkirî bê navber didomin.

Dewleta Tirk ji bo di nava zarokan de fikrê tundraw belav bike li Efrîna dagirkirî qaşo dibistanên olî ava dike.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku istixbarata dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya komeleyeke Kiwêtî li şûna navenda Mala Êzidiyan a li bajarê Efrînê dibistanek olî ava dike.

Rêxistinê da zanîn ku bi dagirkirna Efrînê çeteyan navenda Êzidiyan talan û wêran kir.

Rêxistinê da zanîn ku di salvegera 6`an a fermana 2014`an de, dewleta Tirk dest bi avakirina dibistanê kir.

beriya bi demekê, çeteyên dewleta Tirk ziyareta Şêxmûs a Êzdiya ya li navçeya Raco pitşî talan kir, şewitand.

Çeteyan darên behîvan ên li Mabatayê birîn

Li aliyekî din jî, malpera Afrîn Post diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk 20 darên behîvan ên malbata ‘Etnê'”عتنة” yê Mabatayê birîn.

Back to top button