Erdogan: Em ê vekolandina di Deryaya Spî de bidomînin

Serokomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku ewê vekolandina petrolê di deryaya Spî û tifaqên bi hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ya li Lîbyayê re bidomînin. Hikûmeta Yûnanistan jî diyar kir, Tirkiye dixwaze aloziyên nû biafirîne.

Îro serokomarê Tirkiyê Erdogan di axaftineke xwe de derbarê operasyonên Tirkiyê di Deryaya Spî de û rewşa Lîbyayê axivî.

Erdogan got ku Tirkiyê ev demeke vekolandina petrolê di Deryaya Spî de li ser daxwaza Serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel, dabû rawestandin.

Erdogan anî ziman ku ji ber gotina Yûnanistanê ya ku Tirkiyê wê li ser vekolandinê raneweste, wan keştiyeke vekolandina gazê şande herêmê.

Her wiha li ser tifaqa destnîşankirina sînorên deryayî navbera Misir û Yûnanistanê de ku duh hate îmezekirin, Erdogan nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ev tifaqa bê wate ye.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku wê tifaqên navbera Tirkiyê û hikûmeta Wîfaq a Ixwanî ya Lîbyayê jî dewam bike.

Hikûmeta Wîfaqa ya Ixwanî jî nerazîbûna xwe derbarê tifaqa deryayî ya di navbera Misir û Yûnanistanê de nîşan da.

Yûnanistan: Tirkiyê dixwaze aloziyên nû biafrîne

Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Yûnanistanê, Nîkûs Dendiyas, derbarê helwesta Tirkiyê a dawî berteka xwe nîşan da.

Nîkûs Dendiyas diyar kir ku ew li ser helwesta Tirkiyê ya derbarê tifaqa deryayî ya navbera Yûnanistan û Misirê matmayî maye.

Dendiyas got:

“Tifaqa deryayî ya navbera me û Misirê de ji bo ewlehiya herêmê ye, lê Tirkiye bi helwestên xwe yên dijberî vê tifaqê dixwaze aloziyên nû biafirîne.”

Îmarat: Ev tifaq ji bo aramiya rojhilatê Deryaya Spî ye

Wezîrê Derve yê Îmaratê, Şêx Ebdullah Bin Zayîd Bin Nehiyan jî, bi hempîşeyê xwe yê Misirî Samih Şikrî re bi riya telîfonê axivî û tifaqa deryayî ya navbera Misir û Yûnanistanê de pîroz kir.

Şêx Ebdullah Bin Zayîd Bin Nehiyan anî ziman ku ev tifaqa deryayî wê aramî ji bo rojhilatê Deryaya Spî bîne.

Back to top button