Dewleta Tirk nehişt cenazeyê Mihemed Xelîl derbasî Sûriyê bibe

Dewleta Tirk a dagirker nehişt cenazeyê hunermend Mihemed Xelîl Xazî derbasî xaka Sûriyê bibe.

5’ê Tebaxê hunermend Mihemed Xelîl Xazî li nexweşxaneya dewleta Tirk a Enqereyê jiyana xwe ji dest da.

Malbata hunermend li ser wesiyeta wî xwestin ku cenaze derbasî Sûriyê bikin û li Kobanê veşêrin.

Lê dewleta Tirk nehişt cenaze derbas bibe.

Bi wê re jî malbata hunermend neçar ma ku cenaze li gundê Ziyaret Şêx Muslim ê navçeya Pirsûs a Rihayê veşêre.

Hunermend Mihemed Xelîl bi hunera gelêrî û lêdana kemanê dihat nasîn.

Mihemed Xelîl li ser vegerandina mîrasa gelê Kurd bi rêya parastina çîrokên Kurdan bi stranên xwe parast.

Back to top button