Hêzên hikûmeta Şamê careke din çeteyên li Cebel Zawiyê topbaran kirin

Hêzên hikûmetê çeteyên li Cebel Zawiyê û gundewarê Laziqiyê topbaran kirin. Li Derayê jî, tevliheviya ewlehiyê dewam dike.

Çeperên hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk li başûrê Idlibê her dem germ in.

Rojek bê şer û pevçûn derbas nabe.

Hêzên hikûmeta Şamê careke din li herêmên Cebel Zawiyê êrîşî çeteyan kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmetê piştî nîvê şevê careke din çete li gundê Fitêre, Kensefre, Sifûhin û Filêfil topbaran kirin.

Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk û hikûmeta Şamê hêzên xwe li Cebel Zawiyê zêde dikin

Hemwextî şerê li Idlibê, dagirkeriya Tirk destekên leşkerî û lojistîk ji çeteyên xwe re dişîne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku dagirkeriya Tirk karwanekî leşkerî derbasî herêma Cebel Zawiyê yê başûrê Idlibê kir.

Karwanê leşkerî ji 4 tankan û gelek maşêneyên leşkerî pêk dihat.

Hemwextî wê, hêzên hikûmetê jî bi berdewamî hêzên leşkerî yên nû li herêmên Cebel Zawiyê belav dike.

Dera..2 zarokên keç bi guleyên çekdarên nenas birîndar bûn

Li parêzgeha Derayê, tevlihevî û nakokî dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku ji ber avêtina guleyan bi şêweyekî keyfî ji çekdarên nenas, 2 zarokên keç di lingên xwe birîndar bûn.

Back to top button