Balafirên şer ên dewleta Tirk dîsa Şarbajar bombebaran kir

Balafirên şer ên Tirk carekî din gundên Şarbajar bombe kirin. Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker danê nîvro gundên dikevin sînorên Şarbajar a Silêmaniyê bombe kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî balafirên şer ên Tirk a dagirker saet 13:30’î derdorî gundên Qamîş girêdayî Şarbajar a Mawete bombe kirin.

Çavkaniyê ragihand ku ji ber bomberdûmanê agirekî mezin li çiyayê Qamîş derketiye.

Ji ber dijwariya agir heta niha tîmên agirkuj mudaxeleyê şewatê nekarîne da ku xwe bigihînin herêmê ku li ser ziyanên canî û madî agahî bistînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 26’ê Hezîranê dîsa balafirên şer ên Tirk bombe li Kune Masî ya Şarbajar a Silêmaniyê barandibû 2 kes şehîd, 6 kes ji heman malbatê bi giştî 8 sivîl birîndar bûbûn.

4’ê Tebaxê geliyên Jajolan û Kiwêreke yên 3 kêlometre dûrî gundê Gelawe ya herêma Şarbaşjêr ji aliyê balafirên şer ên bê mirov ên bi çek ve hatibû bombekirin.

Back to top button