
Bi rashatina salvegera Berxwedana Serdemê Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyaniyek nivîkî da.
Fermandriyê teqez kir ku, ji bo rizgarkirina Efrînê ew ê berxwedanê geş bikin.
Fermandariyê bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker 20’ê Çileya 2018’an, bi hevkariya hêzên bêdeng, êrîşên xwe dest pê kirin û wiha got,
YPG, YPJ û gelê me li ser dirêjahiya du mehan berxwedanek bêhempa raber kirin û li hemberî teknolojiya şer, bûn xwedî rol.
YPG’ê îşaret bi roja dagirkirina Efrînê kir û diyar kir ku ji bo pêşî li komkujiyan were girtin, hêzên wan xwe vekişandin.
Lê belê piştî vê yekê dewleta Tirk komên xwe yên çete li Efrînê bi cih kirin û niha qirkirina etnîkî û talankirin bi awayekî sîstematîk tên meşandin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê di dawiyê de ev soz da.
Ji bo rizgarkirina Efrînê û gelê xwe, em ê di nav têkoşîneke mezin de bin.
Em ê ji her demê bêhtir, sekna xwe ya berxwedêr li hember dewleta dagirker derxînin holê, nirxên gelê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin.