Eşîreya El-Birêc banga piştgiriya QSD’ê kir

Eşîreya El-Birêc a li Reqayê bang li pismamên xwe yên Eşîreya Ikêdatê kir ku li payê lîstikan neçin û bi Hêzên Sûriya Demokratîk re alîkar bin.

Eşîreya El-Birêc li Reqayê bi amadebûna bi dehan ji şêx û rûspiyên herêma Keramayê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de Eşîreya El-Birêc careke din ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan da.

Eşîreya El-Birêc destnîşan kir ku Hikûmeta Sûrî û mîlîsên Îranê bi riya şaneyên xwe li herêmê tevlîheviyê navbera pêkhateyan de derdixin.

Eşîreya El-Birêc bang li Eşîreya Ikêdatê kir ku aram bin û ji bo eşkerekirina van şaneyan bi QSD’ê re alîkar bin.

Her wiha îro li gundewarê Dêra Zorê, Eşîreya El-Elî bang li gelê Dêra Zorê kir ku li payî fitneya ku hikûmeta Sûrî dixwaze gur bike, neçin.

Eşîreya El-Elî teqez kir ku ji bo rabûna li dijî hemû awayên fitneyan, hemû eşîre piştgiriya QSD’ê dikin.

Back to top button