
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ya Hesekê Şêrîn Hemê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd û afirandina fitneyê ye.
Hevseroka TEV-DEM’ê Şêrîn Hemê diyar kir ku dewleta tirk dixwaze hemû herêmên Sûriyê dagir bike û serweriya xwe li ser ferz bike.
Şêrîn Hemê dest nîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya şerê taybet nûçeyan belav dike, da ku plan û ajandeyên xwe li heremê pêk bînin.
Her wiha Şêrîn Hemê bal kişand li ser bêdengiya dewletên cîhanê, li hember kiryarên dewleta tirk û got:
“Divê dewletên navnetewî li hember van sûcan bisekinin û ji bêdengiya xwe derkeve.”
Di dawiyê de ,Hevseroka TEV-DEM’ê ev bang kir:
” Divê em hemû piştgiriya hev bikin, ji bo planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin. Divê hemû partiyên Kurd û pêkhateyên herêmê li hember dewleta Tirk bisekinin.”