Dewleta Tirk 4 dron û çekên pêşketî radestî Wîfaqê kirin

Tevî bangên navdewletî yên rawestandina destwerdanê di karûbarê Lîbyayê de, lê dewleta Tirk şandina çek û çeteyan bo hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî dewam dike. Li ser peymana sînorên deryayî ya Misir û Yûnanistanê jî, parlemena Lîbî teqez kir ku ev peyman berjewendiyên Lîbya û tevahiya herêmê diparêze û rê li pêş dagirkeriya Tirk digire.

Tora Al-Arabia ragihand ku dewleta Tirk 4 dron û çekin pêşketî radestî Wîfaqê kir.

Her wiha li gorî çavkaniyan, firokeyeke barhilgir ji baregeha Wetiya berê xwe da Tirkiyê.

Ev cûreya firokeyên barhilgir, carcaran çeteyan vedughêzin baregeha Wetiya, piştre dizivirin Tirkiyê.

Berya 2 rojan, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kiribû ku dewelta Tirk, hêzeke din ji çeteyên Sûrî veguhastine Lîbyayê.

Li gorî çavdêriyê, ev hêz ji nêzî 300 çeteyên ‘Sultan Murad’, ‘El-Hemzat’ û ‘Sultan Silêman Şah’ pêk tê.

Parlemena Lîbî: Peyman, xizmeta tevahiya herêmê dike

Girêdayî heman mijarê, serokê komîteya derve ya Parlemena Lîbî Yûsif El-Eqûrî, derbarê peymana xêzkirina sînorên deryayî ya di navbera Misir û Yûnanistanê de axivî.

El-Eqûrî got:

“Ev peyman rêzê li berjewendiyên Lîbya û tevahiya welatên herêmê digire û aramî û ewlehiya herêmê misoger dike.

Ji aliyê xwe ve parlementerê Lîbî Elî El-Se’îdî teqez kir ku ev peyman, rê li pêş peymana lawaz a ku Fayiz Serac bi dewleta Tirk re îmze kiribû û ji ber wê çeteyên Sûrî rojavayê Lîbya dagir kir, digire.”

Pêncşema borî, wezîrê derve yê Misirê Samih Şukrî û hempîşeyê xwe yê Yûnanistanê Nîkos Dendiyas, peymana xêzkirina sînorên deryayî, îmze kir.

Back to top button