Piştî banga serokkomarê Fransayê Emanuel Macron ji bo avakirina kongreyeke navdewletî ji bo destekdayîna Libnanê, serokê Amerîkayê Donald Trump jî ragihand ku ew ê beşdarî vê kongreyê bibe.
Trump, li ser hesabê xwe yê Twîterê belav kir ku ew bi her du serokên Libnan û Fransayê re axiviye û eşkere kir ku Amerîka, 3 firokeyên alîkariyan, şandine Libnanê.
Trump teqez kir ku ew ê bi her awayî alîkariya gelê Libnanê bikin.
Interpoola navdewletî tîmeke pisporan şand Beyrûtê
Ji bo destnîşankirina nasnameyên qurbanên teqînê jî, , Polîsa Navneteweyî ”Interpool” li ser daxwaziya desthilatdarên Libnanê, tîmeke pisporên navdewletî şand Beyrûtê.
Li gorî Interpoola navdewletî, piştî çend rojan ji teqînê, heta niha jî gelek kes wenda ne û çarenûsa wan ne diyar e.
Ebû El-Xeyz: Em ê li gorî derfetên heyî, alîkariya Libnanê bikin
Di heman çarçoveyê de, îro Sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt, serdana Beyrûtê kir.
Ebû El-Xeyt, di civîneke çapemeniyê de teqez kir, ku ew ê daxwaziyên Libnanê bigihînin civaka navdewletî, her wiha ew ê alîkariyê di lêpirsînên li ser teqînê de jî bikin.