Îro salvgera 6. a şehadeta rojnamevan Denîz Firat

Îro salvgera 6. a şehadeta rojnamevan Denîz Firat e,

Xebatkarên çapemeniya azad û malbata şehîd denîz firat li ser gora wî bi merasîmekî bi bîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre dayik û bavê Denîz Firat û li ser navê Çapemeniya Azad jî Fîlîz Bûdak axivîn.

Dayika Denîz Sûltan Yildiztan destnîşan kir ku li cihê ku Denîz şehîd bûye darek zeytûnê çandiye û got:

“Ji wê rojê û heta îro ev dar hişk nebûye, ev jî tê wateya ku dara bi xwîna şehîdan bê avdan wê ti carî hişk nebe.”

Bavê wê Naîf Yildiztan jî anî ziman ku Şehîd Denîz Firat ne tenê şehîda malbatê ye, ya hemû Kurdan e.

Çapemeniya Azad a Mexmûrê jî soza şopandina xeta şehîd Denîz heta pêkanîn armanca wê da.

Tê zanîn ku 8’ê Tebaxa 2014’an dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Mexmûrê kir, Rojnamevan Denîz Firat şehîd bûbû.

Back to top button