Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku wan li dijî Veşartgeh û şkeftên DAIŞ’ê yên li Iraqê operasyoneke pêk anîne.
Fermandariyê da xuyakirin ku bi piştevaniya artêş û Koalîsyona Navneteweyî, operasyon li Wadî El-Sersar a parêzgeha Selahiddînê pêk hat.
Fermandariya Hevbeş diyar kir ku encama operasyonê, piştre wê were ragihandin.
Di çarçoveya liv û tevgera DAIŞ’ê de, çavkaniyekî leşkerî li parêzgeha Nînewayê da zanîn ku li rojavayê Mûsilê, hevjîn û kurê serbazekî artêşê bi destê çeteyekî DAIŞ’ê hatin kuştin.
Tevî zêdekirina operasyonên leşkerî li dijî şane û bermahiyên DAIŞ’ê jî, hêj tevgera wan li gelek parêzgehên Iraqê tê dîtin.