​​​​​​​Li Dêrazorê di navbera QSD, Koalîsyona Navnetewî û eşîrên herêmê de civîn

​​​​​​​Duh li Dêra Zorê di navbera QSD, , Koalîsyona Navnetewî û êlên herêmê de li ser rewş û hewildanên tevliheviyên li herêmê civînek li gundê El-Mo Hesen ê bajarokê Hecînê pêk hat.

Di civînê de rûspî û şêxên Bûkemal, bang li Koalisyona Navnetewî kir ku di aliyê istixbaratî de destekê bidin QSD’ê, Koalisyonê jî soza dewamkirina destekdayînê da.

Li gundê El-Mo Hesen ê rojhilatê bajarokê Hecînê di navbera Meclisa êlên herêma El-Bûkemal, QSD û Koalisyona navneteweyî, civînek hat lidarxistin.

Zêdetirî 17 şêx û rûspiyên êlên herêma El-Bûkemal bi serkêşiya Serokê Meclisa êlan a herêmê û şêxê êla Şiêtat Nasir Teram El-Xelef, tev li civînê bûn.

Di civînê de Fermandarê QSD’ê yê herêma Dêra Zorê Ronî Mihemed destnîşan kir ku armanc ji kuştina serokêla Igêdat li Dêra Zorê ew ku gel li dijî hêzên QSD’ê derkevin.

Ronî Mihemed got:

“Hewldan ji aliyê rejîma Sûrî û DAIŞ û dewleta Tirk jî hene. Ev hemû dixwazin tevlîheviyê derxînin.

Ji ber wê me bendên kontrolê û dewriyeyên leşkerî li herêmê zêde kir.

Dest bi operasyona leşkerî li dijî çekdarên ku bi awayekî veşartî derbasî herêmê dibin, kir

û derfet nadin ku di navbera her du qiraxên avê de derbas bibin, tenê di deriyên sereke de derbas dibin.”

Ronî Mihmed anî ziman ku divê rûspî û şêxên êlan dest bi hişyarkirina şêniyên herêmê bikin û bang li her kesî kir ku alîkariya hev bikin da ku ewlehî çêbibe.

Rûspiyên êlên ereban û şêxan jî piştgiriya pêngava QSD’ê ya li dijî şane û çekdarên hewldidin ewlehiya herêmê têk bibin kir.

Şêx û rûspiyan bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku piştgiriya QSD’ê bikin û hîn zêdetir xebata istixbaratê xurtir bikin, da ku pêşî li destwerdanên derve û berjewendiyên wan bigirin.

Her wiha anîn ziman ku divê li hemberî herêmê û Rêveberiya Xweser helwesteke cidî bidin, piştgiriya qada aborî û parastina şêx û rûspiyên eşîran bikin.

Koalîsyona Navneteweyî jî diyar kir ku ew ê destekdayîna xwe ji bo QSD’ê da ku li dijî şaneyên DAIŞ û şaneyên din li herêmê şer bikin, dewam bikin.

Di heman demê de, koalîsyonê bang li rûspiyan kir ku dema rastî gefan hatin agahiyê bidin koalîsyonê û QSD’ê da ku çareser bikin.

Back to top button