Li Heftenînê..bi dehan leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Parastina gel HPG’ê, li Heftanînê, derbên giran li dewleta Tirk dixin.
Li Pirbûla ya herêma Heftanînê, leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin dorpêçkirin.
Çavkaniyên herêmî ragihand ku jimareke mezin ji leşkerên artêşa Tirk, hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, gerîlayan di saetên sibê de, komeke leşkerên artêşa Tirk ku li herêma Pîrbûla ya Heftanînê di nava liv û tevgerê de bûn, xist dorpêçê.

Li gorî agahiyên destpêkê, di şerê qewimî de, herî kêm 13 leşker hatin kuştin.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî, şer li herêma navborî didome.

Back to top button