ŞERVANAN LI DERDORA SÛSE GELEK ÇEK Û CEBILXANE DESTESER KIRIN

Şerê şervanên QSD’ê li dijî berîkên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe de dewam dike.

Şervanan li derdora gundê Sûse miqdarek çek û cebilxaneya çeteyan dîtin.

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike.

Şervanên QSD’ê roj bi roj derbên giran li çeteyan didin û herêmê li wan teng dikin.

Li derdora bajaroka Sûse ya Rojhilatê Dêrazorê, di dema operasyona rakirina mayinan de, şervanan gelek çek û ceblixaneya çeteyan desteser kirin.

Çekên hatin bidestxistin ev in:

Hejmareke mezin ji topên hawanê, zêdeyî 20 guleyên BKC û hejmareke mezin ji çeka klaşînkofê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, navenda Ragihandina QSD”ê di bîlançoya 18 mehê de ragihand ku, 88 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button