Denîz Firat bi pêşengî û sekna xwe bû hêviyek di dilê tevahî jinên Kurd de

Îro salvgera 6. a şehadeta rojnamevan Denîz Firat e. Deniz jinek şoreşger û rojnameger bû. Ji roja destpêkê heta dawî bêrawestandin, berxwedan û têkoşîna gel û şervanên azadiyê ji raya giştî re radigihand.

Ew bi pêşengî û sekna xwe bû hêviyek di dilê tevahî jinên kurd de.

Leyla Yildiztan bi nasnav Denîz Firat.

Di sala 1984’an li gundê Xecê Xatûnê yê navçeya Ebexê ya girêdayî bajarê Wanê, ji dayik dibe.

Denîz navê xwe ji jina şoreşger a kurd, Leyla Qasim wergirtibû.

Weke her zarokeke kurd ew di nava malbateke xwedî çand û feraseta parastina kurdiyetiyê, mezin dibe.

Destpêkê xwîşka wê ya mezin Binevş beşdarî nava tevgera azadiyê dibe..

Demek piştî wê bi xwişka xwe ya jê biçûktir Sarya Reşo re beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibin.

Denîz dibe xwedî pênûseke xurt ku tevahî kêliyên berxwedanê dinivîsîne.

Denîz salên dûr û dirêj li hemû qadên têkoşîn û berxwedana dijwar rojnamevantî kir.

Piştî ku li Kurdistanê kar û xebatên çapemeniya jinê pêş dikevin, Denîz bi xwestek di 2007’an de cihê xwe di çapemeniya jinê de digre û dest bi xebatên kovara Tanriça Zîlan dike.

2011’an Denîz beşdarî xebatên ragihandina YRD’ê dibe û cihê xwe di beşa nivîskî û dîtbarî de digre.

2013’an, di konfransa rojnemevanên jin de weke endama Koordînasyonê tê hilbijartin.

Herî dawî li kampa şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê rojnemevaniyê dike.

2014’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê, Mûsil û Şengal dagir kirin, di 6’ê Tebaxê de berê xwe dan wargeha şehîd Rûstem Cudî Mexmûrê.

Piştî êrîşên çeteyan li Mexmûrê berxwedaneke bê hempa hat nîşandan.

Denîz jî bi kamîreya xwe tevlî ê berxwedanê bû û kêlî bi kêlî rastiya wê derê ji raya giştî re ragihand.

Denîz ku ji bo rastiya berxwedan û hovîtiya êrîşan belge bike, di çeperên herî pêş birîdar bû.

Tevî ku wê radikin nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê, lê ji ber birînên xwe yên giran şehîd dibe.

Ew roj gelek balkêş bû. Ji ber di mehan rojê de di 8 tebaxa 1999’an, xwîşka wê Sariya Reşo jî li Metîna şehîd bibû.

Denîz Firat jî weke Gurbetlli Ersoz, Şîlan Aras, Zîlan Pepûle û Sariya Onûra bû yek ji nemirên çapemeniya azad.

Denîz Rojnemevana jin a yekemîn bû ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bû.

Piştî wê di oxira derxistina rastiya êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûrî Agirî Yilmaz, Arîn Cûdî, Nûjiyan Erhan, nûçegîhana ANHA’yê Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever xeta wê şopandin û şehîd bûn.

Lewra qada ragihandina jin bû yek ji qadên berxwedanê ya herî mezin.

Back to top button