Li Hesekê hemleya paqijiya nav bajêr hate destpêkirin

Di çarçoveya xweparastina ji vîrûsa koronayê hemleyên paqijkirinê berdewam dikin. Komîteya Şaredariyan û Jîngehê ya Kantona Hesekê û Şaredariya Gel pêngaveke paqijiyê dandestpêkirin.

Hevserokê Komîteya Şaredarî û Jîngehê yê Kantona Hesekê Ebdulxefûr Oso bang li şêniyên bajêr kir ku alîkariya wan bikin û divê herkes li paqijiya mala xwe miqate bin.

Li Hesekê ji ber belavbûna rewşên nû yên coronayê, girîngiya paqijiyê hîn zêdetir xwe da pêş.

Di vê çarçoveyê de beriya du rojan Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê dest bi hemleya paqijkirin û dezenfetekirina taxên li bajêr kirin.

Komîteya Şaredarî û Jîngehê beşeke sereke ya komîteya şaneya kirîzê ye.

Komîteyê di roja yekemîn a hemleyê de navçeya Xerbî ya li bajêr, kolana Dêrê û gerac dezenfete kirin, roja duyemîn jî Taxa Til Hecer paqij kirin.

Di vê der barê de hevserokê Komîteya Şaredarî û Jîngehê yê Kantona Hesekê Ebdulxefûr Oso axivî.

Ebdulxefûr Oso diyar kir ku wê tevahiya taxên bajêr werin paqijkirin, her wiha piştî hemleya dezenfetekirinê bi dawî bikin ew ê li bajarokên girêdayî kantonê jî dest bi hemleyê bikin.

‘Divê gelê me di mijara paqijiyê de alîkariya me bikin’

Ebdulxefûr Oso bang li şêniyên Hesekê kir ku alîkariya wan bikin û got:

“Divê gelê me di mijara coronayê de hişyar bin, li hev kom nebin, li paqijiya mala xwe miqate bin û bi vî awayî em ancax xwe biparêzin.”

Her wiha Kantona Şehbayê jî bi heman armancê hemleya pagijiyê dane destpêkirin.

Back to top button