Îro Desteya Tendurstiyê mirina kesekî li Hesekê û pêketina 20 kesan bi Coronayê ragihand

Roj bi roj jimara kesên ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest didin li herêmê zêde dinbin. Herî dawî Desteya Tendurstiyê mirina kesekî li Hesekê û pêketina 20 kesan bi vîrûsa Coronayê ragihand.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku,

11 rewşên corona li Hesekê, 3 li Qamişlo, yek li Dêra Zorê, yek li Kobanê û 4 jî li Şehba hatine tomarakirin.

Desteya Tenduristiyê da zanîn ku kesekî 83 salî li bajarê Hesekê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da.

Bi van rewşên nû re jimara dawî ya pêketiyên coronayê gihişt 86 kesî û 4 kesan jî jiyan xwe ji dest da.

Her wiha heta niha tenê kesek ji vîrûsê baş bûye.

4’ê Tebaxê yekem kes ji ber vîrûsê li Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button