5 jinên DAIŞ’î ku hewl didan ji kampa Holê birevin, hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 DAIŞ’iyên rûsî dema ku hewl didan ji kampa Holê birevin, girtin.

Êvara înê 5 jinên DAIŞ’î yên rûsî hewl dan ji kampa Holê birevin.

Jinên DAIŞ’î berî ji kampa Holê birevin bi kesekî qaçaxçî re lihev kirine.

Lê dema Hêzên Ewlekariya Hundirîn prose kifş kir yekser hewl da birevin.

Çavkaniyekî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku kesên DAIŞ’iyan direvînin rasterast bi dewleta Tirk ve girêdayî ne.

Jina DAIŞ’î Hewaa Mislim ku temenê wê 23’ê salî li ser reva xwe wiha got,

“Ev zêdeyî mehekê ye ku em li riyekê digerin da ku ji kampê birevin. Berî hefteyekê dayikamin telefon kir û got piştî hefteyekê wê qaçaxçî rê ji tere peyda bike. Beriya 3 rojan ez careke din bi dêya xwe re axivîm û ji min re got ku xwe amade bike ew ê êvara înê tê ji kampê birevînin. Dayikamin ji min re got piştî tu ji kampê derkevî tuyê here Tirkiyê û li wir ji tere malek hatiye amade kirin.”

Back to top button