Tevgera Azadî: Girtina endamên me nayê pejirandin û em ê çalakiyên girseyî lidarbixin

Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê, derbarê girtina endamên wan ji aliyê hikûmetê ve, got ku wê bêdeng nemîne û wê dest bi çalakiyên girseyî bike.

Îro li Baregeha Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya li Silêmaniyê, Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên li ser girtina endamên Tevgera Azadî ji çapemeniyê re axivî.

Tara Hisên diyar kir ku Tevgera Azadî rêxistinek siyasî û civakî ye ku li tevayî Iraqê destûr pê hatiye dayîn kar bike.

Tara Hisên li astengiyên ku hikûmeta herêmê li ser tevgerê pêk tînê, di nav de girtina endamên tevgerê, berteka xwe nîşan da.

Tara Hisên got:

“Çeka Tevgera Azadî tenê îdeolojî û fikr e, em dixwazin civakek xwedî îrade û rêxistinkirî hebe û li dijî teslîmbûnê têkoşînê bipêşxin.”

Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên diyar kir ku li dijî hemû awayên binpêkirinan li hemberî wan, wê çalakiyên girseyî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û Ewropayê jî li dar bixin.

Back to top button