Şêx û rûspiyên Reqa û Tebqayê jî piştgiriya xwe ya bitemamî ya bi QSD’ê teqez kir û banga hevgirtina gel li dijî hemû fitneyan kir.
Îro şêx û rûspiyên Reqa û Tebqayê derbarê kuştina serokeşîran û derxistina fitneyan, daxuyaniyek da.
Şêx û rûspiyan destnîşan kir ku armanca van tevlîhevî û fitneyê xirakirina projeya Netewa Demokratîk ku li herêmê pêk hatiye.
Şêx û rûspiyan di daxuyaniya xwe de li dijî hemû fitneyên li herêmê, piştgiriya xwe bi QSD’ê re dubar kir.
Her wiha ji bo yekgirtina gel û parastina destkeftiyan, şêx û rûspiyan banga tevlîbûna nava refên QSD’ê kir.