Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina artêşa Tirk ji xaka Başûr berdewam e

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina artêşa Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê berdewam e.

Zêdetirî meheke ji aliyê Komeleya Jiyanewey Gencan û Jinên Ciwan ên Têkoşer ve ji bo derxistina artêşa Tirk ji ser xaka Başûrê Kurdistanê kampanya îmzeyan dane destpêkirin.

Îro jî li nava bazara Silêmaniyê komkirina îmzeyan berdewam kir.

Ev kampanya îmzeyan destpêkê li ser tora civakî ya Facebook’ê hate destpêkirin, piştre derbasî nava gel bû û niha îmze bi dest tên komkirin.

Daxwaz û armancên vê kampanyê ev in;

– Di zûtirîn dem de navend û baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li nava Başûrê Kurdistanê û Iraqê werin derxistin.

– Asîmanê herêmê ji bo firîna balefirên şer ên Tirk were qedexekirin.

Dema ku hejmara îmzeyan gihişt 50 hezar, wê îmzeyên ku hatine komkirin radestî Netewên Yekbûyî û hikûmetên Iraq û Başûrê Kurdisatnê were kirin.

Back to top button