DAIŞIYÊ JI PAKISTANÊ: EM LI TIRKIYÊ WEKE HÊZEKE RÊXISTINKIRÎ TEVDIGERIN

Yek ji çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ku ji aliyê şervanên YPG’ê ve bi saxî hatiye girtin, Abû Enam El Muhacir ê ji Pakistanê li hevkariya xwe û dewleta Tirk mukir hat..

El Muhacir eşkere kir ku DAIŞ’ê li Tirkiyê weke hêzeke rêxistinkirî tevdigere.

Di Qonaxa Dawî ya Bagera Cizîrê re, bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ji aliyê şervanên YPG’ê ve bi saxî hatin girtin..

Yek ji wan jî Fedil Ebdulrehman Ebdulmecîd binasnav Ebû Enam El-Mihacir e..

Ew ji bajarê Pakistanê Lahorê ye..

El Muhacir ragihand ku wê bi rêya kordînatorê DAIŞ’ê li Pakistanê Ebdulsetar tevlî çeteyan dibe û ji bo derbasî Sûrî bibe berê xwe dide Tirkiyê..

Têkildarî pêwendiya DAIŞ’ê û dewleta Tirk jî çeteyê ji Pakistanê van agahiyan dide:

Sala 2015’an ez li balafirgeha Stenbolê ji aliyê endamên rêxistinê ve hatim pêşwazîkirin. Paşê em çûn bajarê Edenê.

Li vir gelek endamên rêxistinê hebûn. Weke artêşekê bûn. Berpirsên me li Edenê her time gef li me dixwazin ku eger em li gorî fermanên wan tevnegerin wê me radestî rayedarên Tirk bikin.

Piştî demek li bajarê Edenê, çeteyê ji Pakistanê berê xwe dide Sûrî..

Em 50 kes ji Edenê ber bi sînorê Sûrî ve birêketin. Erebeyên me li ti deverê nehatin rawestandin. Bi hêsanî em derbasî Sûrî bûn. Komên beriya me jî gotin, artêşa Tirk rê li pêşiya wan vekir daku bi rehetî derbas bibin.

Çeteyê Pakistanî piştî derbasî Sûrî dibe berê xwe dide Reqayê û ji wir jî diçe Mûsilê…

Piştî demeke dirêj di nava DAIŞ’ê de, çeteyê Pakistanî 6’ê Çileyê sala 2019’an ji aliyê şervanên YPG’ê ve bi saxî tê girtin..

Leave a Reply

Back to top button