Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê-RJAK’ê jî, êrîşên PDK’ê yên li ser endamên partiyê şermezar kir û diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe berfireh bikin û li hemberî êrîşan bêdeng nemînin.
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê-RJAK’ê jî ji bo serdegirtina malên endamên Tevgera Azadî û RJAK’ê û binçavkirina endama wan Semîre Kerîm daxuyanî da.
RJAK’ê diyar kir ku ev êrîşên PDK’ê dikeve xizmeta dagirkeran û got:
“Helwesta PDK’ê helwesteke nokeriyê ye. PDK partiyek li dijî jinan, demokasî û netewiyetê ye. Ji bo vê, bi salan û bi hemû awayan êrîşê dibe ser jinan.”
RJAK’ê, li dijî zextên PDK’ê yên li ser tevgera wan bang li rexisitnên jinan, kesayetên çalakvan û parlamenteran kir ku di demek zû de helwesta xwe nîşan bidin û bêdeng nemînin.