
Her ku diçe bertekên li dijî şehîdxistina şêx û sembolên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetir dibin. Şêx û rûspiyên Reqa,Tebqa û Şedadê li dijî van êrîşên bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê heta dawî biştgiriya xwe bi QSD’ê re bidomînin. Şêxên van eşîran, li dijî fitine, planên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê û ajandeyên derve banga hevgirtinê kir.
Şêxê eşîra El-Hos a Reqayê Ebdullhey Xelîl jî bal kişand li ser planên derve û got:
“Hêzên derve bi zanebûn herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin armanc û dixwazin tevlihêviyê di nava eşîr û pêkhateyan de derxînin û aramiya herêmê têk bibin.”
Şêx Ebdullhey Xelîl diyar ku ku divê xeteriya proje û siyasetên derve yên li dijî herêmê werin dîtin.
Şêx Xelîl bang li hemû eşîran kir ku divê ji ber vê pêvajoya hestyar, her kes baldar be û hevgirtina xwe xurtir bike.
“Dixwazin di navbera gel û QSD’ê de fitneyê derbixin”
Her wiha Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk a Şedadê Mihêdî El-Dexîm jî derbarê mijarê de nirxandin kir.
El-Dexîm destnîşan kir ku destê artêşa Tirk a dagirker di bûyerên ku li herêmê rû didin de heye.
El-Dexîm got:
” Ev gava tevliheviyê piştî operasyonên QSD’ê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêh hat.
Diyar e hin aliyên weke dewleta Tirk naxwazin aramî li herêmê pêk were.
Armanc ji hedefgirtina kesayetên sembol, ew e ku fitneyê di navbera eşîr û QSD’ê de derxin.
Dixwazin bidin nîşandan ku QSD’ê nikare herêmê biparêze.
Lê wê dewleta Tirk û aliyên ku tevliheviyê derdixînin, negihêjin armanca xwe.”
Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk a Şedadê di dawiyê de bang li hemû beşên civakê kir ku ji komployên artêşa Tirk a dagirker hişyar bin.