HÊZÊN REJÎMÊ GUNDEWARÊN HEMA Û IDLIBÊ TOPBARAN DIKE

Hêzên rejîma Sûrî careke din herêmên bakurê gundewarê Hemayê da ber topban.

Rûsyayê jî diyar kir ku çeteyên li Hemayê li navendên sivîlan xistiye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku herêmên El-Teh ên gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê, ji aliyê rejîma Sûriyê ve têne topbarankirin.

Her wiha herêmên Merbeka û El-Letamne yên aliyê gundewarên bakurê Hemayê jî hatin topbarankirin.

Çavdêriyê diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyê herêmên çiyayî yên bakurê rojhilatê Laziqiyê jî kirin hedefa xwe û balafirên şer li ser gundewarên Idlib û Hemayê digerin.

Balafirên ku hat gotin ên Rûsyayê ne, bi awayekî dijwar herêmên Cisir El-Şixûr û tevahî gundewarên rojavayê Idlibê bombe kirin.

Di heman çarçoveyê de Serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê li Sûriyê Sergey Solomatin diyar kir ku komên çete yên li gundewarên Hema, Idlib û Laziqiyê cihên sivîlan topbaran dikin..

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close