KCK: Di van rojên zor û zehmet de em bi gelê Libnanê re ne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sersaxî ji gelê Libnanê re xwest û diyar kir ku êşa Libnanê êşa wan e, ji ber vê jî ew ê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser teqîna 4’ê Tebaxê ya li Libnanê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên bi Libnanê re û diyar kir ku ew êşa gelê Libnanê par ve dikin û weke êşa xwe dibînin.

KCK’ê got:

“Tevgera me ya azadiyê û gelê Kurd dilsozên Libnanê ne.

Em Libnan weke welatekî xwişk-bira yê Kurdan dibînin.

Di van rojên zor û zehmet de em bi gelê vî welatî re ne.”

Her wiha KCK’ê bang li Kurdên li Libnanê jî kir ku ji bo pêçandina birînên gel, bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Back to top button