Her ku diçe bertekên li dijî şehîdxistina şêx û sembolên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetir dibin. Şêx û rûspiyên Girê Spî û Helebê li dijî van êrîşan bertek nîşan dan. Şêxên van eşîran, li dijî fitine, planên dewleta Tirk û hikûmeta Şamê û ajandeyên derve, banga hevgirtinê kir.
Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê jî bi daxuyaniyekê sûcên li dijî şêxên eşîran û rûspiyên Dêrazorê şermezar kirin.
Rûspiyan diyar kirin ku ew ê li dijî planên tevlihevî û derxistina fitneyan yekîtiya xwe xurt bikin.
Rûspiyên girê spî: divê aqilmendên êlan rê li ber fitneyê bigirin
Şêx û rûspîyên eşîrên Girê spî jî bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî şêxeşîrên Dêra Zorê şermezar kir.
Rûspiyan diyar kirin ku armanca van êrîşan pêşketina û jiyana hevpar a gelê herêmê tune bikin.
Ji ber vê yekê divê aqilmendên êlan rola xwe bilîzin û rê li pêşiya vê fîtneya bigirin.