ROJNAMEYA PUBLICO YA SPANÎ: PIŞTÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ, TIRKIYE DI DERXISTINA ZEYTA ZEYTÛNAN DE DIBE DEWLETA 3’EM

Dizî û talanî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her roj dikin, dibe rojeva Rojnameya Público ya Spanî.

Rojnameyê da zanîn ku dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê di derxistina zeyta zeytûnan de li ser asta cîhanî, dibe dewleta sêyem.

Rojnameya Público ya Spanî li ser malpera xwe ragihand ku hikumeta Tirkiyê gelek şirketên navgîn ji bo derxistina zeyta ji Efrînê talankirî, bi kar aniye.

Rojnameyê diyar kir ku zeyt bi berhemin Tirkî re tê lihevxistin û di bin navekî sexte re derbasî derve tê kirin.

Público destnîşan kir ku berhemdayîna sala par a zeyta Efrînê bi nêzî 70 milyon Euro li bazargeha Spanyayê ya komfiroş hat firotin û nêzî çareyeke van pereyan ango 19 milyon Euro radestî çeteyan hat kirin.

Berî demek kurt Bernhard Guhl endamekî Partiya Demokratîk a Muhafiz a Swêsrayê hikumeta Swêsrayê agahdar kir ku dewleta Tirk zeyta zetûnan ji Sûriyê didize û bi navê zeyta Tirkiyê li bazargehên dewletên NY bi armanca fînanskirina çeteyên xwe li Sûriyê, difiroşe.

Guhl têkildarî heman mijarê ji rojnameya Público re axivî û wiha got:

Di dawiyê de zeyt diçe Spanya, yan diçe Almanyayê ne giring e, lê ya giring ew e ku hemû dewlet lêpirsînekê der barê vê yakê de vekin ku ev şîrket bazirganiya zeyta talankirî dikin an zeyteke normal!!

Rojnameyê teqez kir ku Tirkiye piştî dagirkeriya Efrînê bûye dewleta sêyemîn di derxistina zeyta zeytûnan de pişît Tûnis û Mexribê.

Leave a Reply

Back to top button