Malbatên şehîdan li lîceya Amedê çûn ser goristanê

Malbatên ku cenazeyên zarokên wan li Goristana Sîsê ya Licê ya Amedê ne, piştî goristan şewitî û kevirên gorên zarokên wan hatin şikandin, îro careke din li goristanê bûn.

Malbatên ku cenazeyên zarokên wan li Goristana Sîsê hatibûn veşartin, piştî cejna Qurbanê îro careke din serdana gorên şehîdan kirin.

Di serdanê de tevî malbatên şehîdan, Rêveberên MEBYA-DER, HDP, DBP û gelek kesên din amade bûn.

Malbatan nava goristanê paqij kirin û kevirên gorên hatibûn şikandin nû kirin.

Malbatan yek bi yek navê şehîdan li ser kêlên wan nivîsandin.

Malbatan diyar kirin ku zarokên wan ne bê xwedî ne û wê her dem li nirxên wan xwedî derkevin.

Back to top button