Dr. Mustafa El Zaîdî: Hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin Lîbyayê parçe bikin

Sekreterê Komîteya Rêveber a Tevgera Neteweyî, Gelêrî ya Lîbyayê Dr. Mustafa El Zaîdî derbarê dagirkeriya Tirkiyê li Lîbyayê berteka xwe nîşan da û got: “Em jî mîna Kurdan, li hember dagirkeriya Tirkiyê li Lîbyayê heta dawiyê li berxwe bidin.”

Derbarê rewşa dawî ya Lîbyayê, Wezîrê Tenduristiyê yê berê, Alîkarê Wezîrê Karên Derve û Sekreterê Komîteya Rêveber a Tevgera Neteweyî, Gelêrî ya Lîbyayê Dr. Mustafa El Zaîdî axivî.

Dr. Mustafa El Zaîdî got:

“Hêzên herêmî û navneteweyî di çarçoveya berjewendiyên xwe de şerekî mezin li gelê Lîbyayê ferz dikin.

Dixwazin welat parçe bikin û gel li hember hev bidin şerkirin.”

Dr. El Zaîdî destnîşan kir ku dema Artêşa Niştimanî ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter xwest pirsgirêkê çareser bike, dewletên rojavayî dewletên xwe yên şer weke amûrekê xistin nava Lîbyayê, di serî de jî Tirkiyê ye.

Dr. El Zaîdî anî ziman ku Tirkiyê bi hezaran leşker û çeteyên xwe şandine Lîbyayê û dixwaze bi riya Ixwaniyan desthilatdariya xwe li welêt feriz bike.

Dr. Mustafa El Zaîdî: Em jî mîna Kurdan li dijî dagirkeriya Tirkiyê li berxwe bidin

Dr. Mustafa El Zaîdî piştgiriya xwe ji Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê anî ziman ku li hermber faşîsta dewletê şer dikin û teqez kir ku ew jî mîna tevgerên Kurd wê li hember dagirkeriya Tirkiyê li Lîbyayê heta dawiyê li berxwe bidin.

Sekreterê Komîteya Rêveber a Tevgera Neteweyî, Gelêrî ya Lîbyayê Dr. Mustafa El Zaîdî di dawiya gotinên xwe de bang li tevgerên çep ên Tirk kir ku rê nedin êrîşên li dijî mafên Kurdan û bi gelê Kurd re bin û got:

Dr. Mustafa El Zaîdî:  Kurd li dijî tank, top û balafirên şer wê mafên xwe bi dest bixin

“Erdogan û desthilatdariya wî ti carî helwestekê ji bo berjewendiyên gelan nîşan nadin.

Kurd li dijî tank, top û balafirên şer wê mafên xwe bi dest bixin.”

Back to top button