Li Girê Spî kesekî ku çeteyan ew revandibû kuştî hat dîtin

Li herêma Girêspî a dagirkirî, şêniyekî ji gundê Xirbit El-Riz yê ku çeteyên dewleta Tirk revandibû, kûştî hat dîtin

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûrî ragihand ku ku îro li ser riya gundê Kormaze yê Girê Spî cenazeyê Ebdullah Şhadê El-Xalid kuştî hat dîtin.

Li gorî navendê, ji bo standina fidye çeteyên dewleta Trik a dagirker beriya çend rojan, Ebdelah yê ji gundê Xirbit ElRiz yê Girê Spî revand.

Li Serê Kaniyê jî, çeteyan Ciwanê bi navê Xalid El-Hisên El-Elî di bin êşkenceyê de kuşt.

6’ê Tebaxê çeteyan Xalid tevî 3 pismamên wî , revandin.

Navndê eşkere kir, ji Adara 2018’an heya niha 104 kes di girtîgehên çeteyan de li herêmên dagirkirî hatine kuştin.

Back to top button