Li kampa Erîşa ya li başûrê Hesekê şewat derket

Li kampa Erîşa ya dikeve başûrê Hesekê, di encama teqîna papora gazê de şewat derket. Di encamê de zirarên madî çê bûn.

vê şevê  li kampa Erîşa ya li başûrê Hesekê, ji ber teqîna papora gazê  şewatek çêbû û di encamê de 30 kon şewitîn.

Bi wê re tîmên agirkujiyê bi hevkariya niştecihên kampê şewat vemirandin.

her wiha 3 rewşên bêhntengbûnê yên şêniyên kampê ku hewldan şewatê vemirînin çêbûn,

lê tîma Heyva Sor a Kurd destwerdanên lezgîn kir û niha rewşa wan baş e.

Di kampa Erîşa de zêdetirî 14 hezar şênî heye, piraniya wan ji gundewarên Dêrazor û Reqayê ne.

Ew şênî bi sedema ku mal û warên wan di bin serweriya rejîma Sûriyê de ne û hin mal jî hatine wêrankirin nikarin vegerin û li wir bi cih bûne.

Her wiha piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 7 hezar koçberên ji kampa Mebroka ya li Serêkaniyê û kampa Eyn Îsayê di kampa Erîşa de bi cih bûn.

Back to top button