FARIS NEWROLÎ: DAGIRKERÊN KURDISTANÊ ME LI DIJÎ HEV BI KAR TÎNIN

Yekîtiya Neteweyî yek ji mijara herî girîng e ku bi salane di rojeva gelê Kurd de ye, lê heta niha pêk nehatiye.

Endamê Rêveberiya PDK’ê Faris Newrolî diyar kir ku nebûna yekrêziya Kurdan rê li ber dagirkeran vedike ku li dijî kurdan bibin yek.

Li ser girîngiya yekîtiya neteweyî Endamê Rêveberiya PDK’ê yê Silêmanî û Helebce Faris Newrolî ji Rojnews’ê re axivî.

Newrolî diyar kir ku ji ber gelê Kurd beşek ji pêşbaziyê li Rojhilata Navîn in, yekrêziya Kurda xalekî girîng e û got:

Ew derfetên ketine destê me, ji ber nebûna yekbûna kurdan ji dest diçe mînaka wê jî Efrîn û Kerkûk e.

Pêwîst e karek were kirin ku Kurd di guhertinên Rojhilata Navîn de weke dema Sykes Piko nebin qurbanî.

Endamê Rêveberiya PDK’ê ya Silêmanî û Helebce Faris Newrolî bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî:

Ji ber nebûna yekîtiyê, dagirkerên Kurdisatnê her yekî ji me li dijî hev bikar tîne.

Lê ger gotarekî siyasî ya Kurdan hebe wê demê dijminê gelê Kurd jî wê bi çavekî din temaşeyî Kurdan bikin.

Leave a Reply

Back to top button