Li Efrînê çeteyan ciwanek ji Recoyê revand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe dîsa ciwanek ji Recoyê ber bi cihekî nediyar ve revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku Istixbarata dewleta Tirk ciwanê bi navê ‘Riyad Hesen Hemo’ ji gundê Kom Reş ê Recoyê revand.

Çete li ser bendên qaşo kontrolê gefa revandinê li şêniyan dixwin

Li aliyekî din, li ser bendê qaşo yê kontrolê li gundê ‘Eyn Hecer’ ê Mabatayê çete gefan li şêniyan dixwin û bi behaneya dayîna kaxeza bêsûciyê, 500 dolarî ji wan distînin.

Çete heta di dema teqînan de jî diziya malan dikin

Malpera Afrîn Post jî eşeker kir ku, di dema teqîna roja Şemiyê ya li çerxereya Maretê de, çeteyan bi ser malên li wir de girtin..

Malperê da zanîn ku çeteyan malên şêniyan li bin guhê hev xistin û kelûpelên malan jî dizîn.

Dewleta Tirk li dibistanan jî zarokan fêrî nijadperestiyê dike

Jixwe meseleya çandina hişmendiya tundrew di serê zarokên Efrînê de ne tiştekî nû ye.

Heman malperê eşkere kir ku dewleta Tirk hîna li dibistanên Efrînê zarokan fêrî hişmendiya tundrew û nijadperest dike.

Malperê da zanîn jî ku çeteyan ji 2018’an ve rêveberê dibistana El-Esdiqa revandiye û heta niha jî çarenûsa wî nediyar e.

Maşîneyek li ser zarokekî li bajarê Sico re çû û ew kuşt

Kirin û sûcên dewleta Tirk li tevahî herêmên dagirkirî heman in.

Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Sico yê Helebê yê dagirkirî jî ji ber şêniyan herêmê banga derxistina dagirkiriya Tirk kirine, artêşa Tirk bi maşîneyekê li ser zarokekî re çû û ew kuştin.

Li dijî vê, şêniyan xwepêşandin li dar xistin. Lewra careke din dewleta Tirk bi gukeyan êrîşî taxa ‘El-Hey’ ê bajêr kir.

Back to top button