Hemdan El-Ebid: Tirkiye û hikûmeta Şamê dixwazin pergala Netewa Demokratîk têk bibin

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Hemdan El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk û hikûmeta Şamê bi hedefgirtina serokeşîran, dixwazin pergala Netewa demokratîk têk bibin. El-Ebid derxistina fitneyê di navbera eşîran de wekî şêwazekî şerê taybet ê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî pênase kir.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid der barê tevliheviyên li Dêra Zorê de, ji ajansa Hawarê re axivî.

El-Ebid hikûmeta Şamê û dewleta Tirk bi derxistina van tevliheviyan tawanbar kir û diyar kir ku şaneyên girêdayî herdu aliyan, dixwazin fitneyê bixin navbera saziyên Rêveberiya Xweser û eşîrên herêmê.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser derxistina tevliheviyê di nav eşîr û pêkhateyan de weke rêbazekî şerê taybet pênase kir.

El-Ebid dibêje:

Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin, şerê taybet dimeşînin û hewl didin fitneyê têxin nava biratiya gelan û pergalan Netewa Demokratîk.

Ji bo wê jî niha li ser civaka me şerekî taybet heye û bi rêya van armanckirinan jî, hikumeta Şamê hewl dide derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bibe.

Hemdan El- Ebid teqez kir ku Hikûmeta Şamê ya bû sedema kuştina bi hezaran kes, wê nikaribe bikeve herêmê.

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser daxwaz ji hemû eşîrên herêmê kir ku hevgirtî bin û li dijî plan û projeyên jihevxistina gelên Sûriyê, yek dest bin.

Back to top button