Li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan, Hevseroka Kongreya Civaka Demoratîk Leyla Guven 75 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.
Li zindanên dewleta Tirk jî çalakiya bi sedan girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê di roja 37’an de ye.
Bi armanca şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 8’ê Mijdara 2018’an ket greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger…
Çalakiya Guven di roja 75’an de dewam dike..
Berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven destpêkir, li Kurdistan, Ewrûpa û zindanên dewleta Tirk belav bû..
Li zindanên dewleta Tirk jî 239 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 16’ê Kanûnê ve ango ev 37 roj in li ber xwe didin..