Artêşa Tirk a dagirker dîsa bajarokê Batufa bombebaran kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, careke din bajarokê Batufa yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Duh bi şev, balafirên şer ên artêşa dagirker çiyayê bajarokê Batufa yê bi ser bajarê Zaxoyê ve bombebaran kir.

Di encamê de, agir bi bax û baxçeyê welatiyan ket û ziyanek mezin gihîşt jîngehê.

Li gorî agahiyên hatine standin, ziyanek mezin gihiştiye berhemên cotyarên gundên Bankê û Xizafa.

Li ser wendahiyên canî jî ti agahî nehatin bidestxistin.

Back to top button