Îro salvegera 5’an a avakirina Rêveberiya Xweser e.
Li dijî hemû plan û hewldanên parçekirina Sûrî û gelên wê, rêveberiya demokratîk bûye çavkaniya azadî û yekîtiya hemû pêkhateyan.
Li Rojava û bi demê re Bakur û Rojhilatê Sûr, hemû gel û pêkhate bi salane mil dane hev.
Ji bo pratastina rûmeta xwe hem şerê terorê û hêzên dagirker kirin û hemû modela xwe a çareseriya mayînde pêş xistin.
Di encama ked û xebateke dem-dirêj de, 21’ê Çileyê sala 2014’an;
Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Kildan, Ermen, Çerkez, Tirkmen û hemû komên baweriyan, projeya xwe ragihandin.
Navê wî jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî bû..
Ji siyasetê bigrin, heta parastin, civak, çand, spor, xweza û mafê mirovan, vê rêveberiyê li her qada jiyanê xwe birêxistin kir.
Ji ber bandora wê a mezin, ji aliyê gelek derdorên cîhanê weke baştirîn modela çareseriya aloziyên li Sûrî û herêmê hat binav kirin.
Piştî deh salan ji qedexe û zextan, cara pêşî bi Kurdî, Erebî û Suryanî zarok bi zimanên xwe fêrî perwerdeya dibistanan bûn.
Di encama pegrala Hevserokatiyê de, jin li herêmê bûn xwedî îradeyeke mezin û pêşengên civakê.
Piştî ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, êdî hemû herêm ji aliyê meclisên sivîl ve tên birêvebirin.
Tevî êriş, asteng û zextan jî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di 4 salên derbasbûyî de dikarîbûn bibe hêviya civakê..