Berdevkê Artêşa Iraqî, Yihya Resûl ragihand ku hevkariyeke leşkerî di navbera hikûmeta Federal û Başûrê Kurdistanê de pêk hat.
Yihya Resûl da xuyakirin ku ev hevkarî, ji bo pevguhartina agahiyên istixbaratî û têkbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ye.
Yihya da zanîn ku di encama civîn û lihevkirinên ewlehiyê yên hevbeş de, avakirina navendên koordînekirina hevbeş hate ragihandin.
Berdevkê Artêşa Iraqî diyar kir ku deverên hevkariya hevbeş ev in:
Diyala, Xaneqîn, Kerkûk û herêmên ku çeteyên DAIŞ’ê li wan çalak in.
Di çarçoveya têkbirina şaneyên DAIŞ’ê de, rêveberiya istixbarata leşkerî ya Iraqê ragihand ku 2 çeteyên piştgiriya leşkerî ji DAIŞ’ê re pêşkêş dikirin, li Kerkûkê hatin kuştin.