“Polîtîkayên şer sedema têkçûyîna aboriya Tirkiyê ye”

Lîreyê Tirkiyê jî beramberê dolar bêqîmet bûye.. Der barê vê de endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Alp Alti-nors diyar kir, sedema herî girîng a qeyrana aborî li Tirkiyê, polîtîkayên şer ên desthilatdariyê ye.

Altinors got: Şerê AKP-MHP’ê ku rê li ber vê pirsgirêkê vekir, welat û aborî xistin vê rewşê.

Bloka şer, di bin navê pîşesaziya parastinê de, razemeniya leşkerî di asteke bilind de zêde kir û bi vî rengî bandor li rêveçûna aboriyê bû.

Ev polîtîkayên şer hişt ku lîreyê Tirk gelekî bêqîmet bibe.”

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî ku rêzepolîtîkayên şerê ku di bin navê ‘terorê’ de xiste meryetê, ji wê rojê û heta niha ji aliyê siyasî, civakî û aborî de têk diçe.

Back to top button