Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Heftanînê de, dimenên nû yên têkçûna dagirkeriyê hatin weşandin. Gerîla Tv dimenê çalakiya 5’ê Tebaxê ya li Heftenîn ku di encamê de, 9 leşkerên dewleta tirk hatibûn kuştin weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de ev agahî parvekiribû:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de gerîlayên YJA Starê di 5’ê Tebaxê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistibûn.
Di encamê de, yek jê rayedar 9 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.