Hikumeta Libnanê ji kar vedikêşe û tevahiya kabîneyê îstifa kir

Piştî teqîna li paytexta Libnan Beyrûtê ku hefteya derbasbûyî pêk hatî, tevahiya kabîneya hikumetê istifa kir.

Wezîrê Tenduristiyê Hemdan Hesen piştî civîna kabîneyê, ragihad ku serokwezîr Hesen Diyab navê wezîrên kabîneyê ku îstifa kirine biriye gel serokomar.

Piştî teqîna 4’ê Tebaxê ku li bendergeha Beyrûtê pêk hat ku di encamê de 158 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 6 hezar kes birîndar bûn, hêrsa li dijî hikumetê zêde bûbû.

Serokomarê Libnanê Mişel Awn diyar kirbû ku ev teqîn di bendergehek ya Beyrûtê de pêk hatiye ku li wir 2 hezar û 750 ton madeya amonyum hebû.

Li hemberî vê yekê Libnanî careke din daketin qadan û daxwaza cezkirina berpirsan kirin.

Back to top button