Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li herêmên cuda ên Sûriyê dewam dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li aliyê El-Bare, Dêr Sinbul û Kensefre yên Cebel Zawiyê bi çekên giran êrîşî hev kirin.
Vê sibê jî hêzên hikûmeta Şamê çete li gundê Hilûbe, Fitêre, Filêfil û Sifûhin ên Cebel Zawiyê topbaran kirin.
Li bakur û rojavayê Hemayê jî hêzên hikûmetê çete li herêma duweyêr Ekrad û Sehil Xab topbaran kirin.
Her wiha pevçûn di navbera her du aliyan li bakurê Laziqiyê jî rûdan..
Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.